Moody's: Malbatên Amerîkî Mehê 433 Dolar Ji Parê Zêdetir Xerc Dikin
Li gorî analîzek ji aliyê Moody's Analytics ve, bi navînî, malbatên Amerîkî mehê 433 dolarên Amerîkî zêdetir ji bo kirîna heman tiştan xerc dikin ku di heman demê de sala borî kirîn.
Analîz li daneyên enflasyonê yên Cotmehê nihêrî, ji ber ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê enflasyona herî xirab a 40 salan dibîne.
Her çend rêjeya Moody's ji 445 dolarî ya meha Îlonê hinekî daketiye jî, enflasyon bi israr bilind dimîne û bandorek neyînî li berîka gelek Amerîkiyan dike, nemaze yên ku ji mûçeyekê ber bi mûçeyekê ve dijîn.
Bernard Yaros, aborînasê Moody's, li gorî ajansa nûçeyên karsaziyê ya Amerîkî CNBC, got, "Tevî ku enflasyona Cotmehê ji ya ku dihat hêvîkirin qelstir bû jî, malbat hîn jî ji ber zêdebûna bihayên xerîdaran zextê hîs dikin."
Li gorî Buroya Îstatîstîkên Kedê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bihayên xerîdaran di Cotmehê de li gorî heman serdema sala borî ji sedî 7.7 zêde bûn. Her çend ev rêje ji rêjeya herî bilind a Hezîranê ya ji sedî 9.1 kêmtir bû jî, enflasyona heyî hîn jî budceyên malbatan xirab dike.
Di heman demê de, li gorî Buroya Îstatîstîkên Kedê, mûçe nekarîne bi enflasyona zêde re bigihîjin hev, ji ber ku mûçeyên demjimêrî ji sedî 2.8 kêm bûne.